Min Ji Te Hezkir - Rênas Jiyan (Helbest Kurdî)

Azad Penaber

0 fans

Azad Penaber


4:48

 Watch: New Singing Lesson Videos Can Make Anyone A Great Singer

Ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e
Ji bo rengê canê min ne boztir
An jî esmertir e
Ji bo çevên min ne mezintir
An jî bêvila min ne biçûktir e
Min bi xwe û xwedê re şerr kir
Min xwedê bêminnet kir

Min ji te hez kir
Ez bûm yekî kafìr

Min ji te hez kir
Mirina ku gav û seat di bîra min de bû
Û hundirê min bi qeramûçkên
Xwe kort dikir
Ji bîr kir
Min dilê xwe li mirinê rehet kir
Min çi xweş kir

Min ji te hez kir
Ez bûm yekî nemir

Min ji te hez kir
Fîlmê nû yê Tarantîno kîjan bû
Messî çend gol avêtibû
Barcelona dîsa şanpîyon bû
Îsal baran baş barîya bû, nebarîyabû
Dîbê li zadan xistibû giş hişk kiribû

Min ji te hez kir
Êdî min hew tiştek meraq kir

Min ji te hez kir
Çima hinekan ji bo malê dinyê
Xwe li her hinakan xûz dikir
Çima hinekan hinek pîs û xwe paye dikir
Çima hinekan
Ji bo desthilatdarîya xwe her tişt
Qirr dikir
Çima wî patronî
Heqaret li wî karkerê bêguneh dikir
Jinika li ser billboardê reklama çi dikir
Çi hewce dikir
Mêrikê li ser televîzyonê qala çi dikir
Ez di kû de mabûm, min çi xwendin dikir

Min ji te hez kir
Êdî min hew ji tiştekî fam kir

Min ji te hez kir
Min bi kûçikên nîvê şevê re tûletî kir
Min bi çivîkên destê sibê re gellacî kir
Min pê li ciyê herî şil kir
Min dilê xwe "bivvve" kir
Ez bûm kawikek
Û min ji her derewê bawer kir
Min ûcaxê xwe kor kir
Deriyê mala xwe mohr kir

Min ji te hez kir
Min ruhê xwe talan kir

Min ji te hez kir
Min karê xwe yê berê wenda kir
Min wek karekî nû dest bi te kir
Min bêrîka xwe birîn kir
Min mirina xwe har û dîn kir
Min xwedayê xwe kedî kir
Min ji ber xeyalên xwe yên tisî û xav
Fedî kir
Min xwe ji jîyanê bi şîr vekir

Min ji te hez kir
Min xela li emrê xwe rakir

Min ji te hez kir
Çîrokan bê xatirxwestin
Ji cîrantîya min bar kir
Min li hemberî bedewiya barana
Serî rakir
Min ji bo ku destên te neqefilîne
Bayê kur bertîl kir
Min kenekî nû ji xwe re kirê kir
Min xwe di nav xelkê de nav-no kir
Min li benda te xwe spî kir
Şîva xwe sar kir
Xwîna xwe zilindar kir
Min xwe ji acîzi çîrçîrî kir
Xwe bi tenetîyeke pirr bi talûke
Hûrhûrî kir

Min ji te hez kir
Min mala xwe xera kir

 Watch: New Singing Lesson Videos Can Make Anyone A Great Singer

Written by: Rênas Jiyan

Lyrics © DistroKid

Lyrics Licensed & Provided by LyricFind

Discuss the Min Ji Te Hezkir - Rênas Jiyan (Helbest Kurdî) Lyrics with the community:

0 Comments

    Citation

    Use the citation below to add these lyrics to your bibliography:

    Style:MLAChicagoAPA

    "Min Ji Te Hezkir - Rênas Jiyan (Helbest Kurdî) Lyrics." Lyrics.com. STANDS4 LLC, 2024. Web. 1 May 2024. <https://www.lyrics.com/lyric-lf/11739273/Azad+Penaber/Min+Ji+Te+Hezkir++-+R%C3%AAnas+Jiyan++%28Helbest+Kurd%C3%AE%29>.

    Missing lyrics by Azad Penaber?

    Know any other songs by Azad Penaber? Don't keep it to yourself!

    Browse Lyrics.com

    Quiz

    Are you a music master?

    »
    "I was getting kinda used to being someone you loved..."
    A Olly Murs – Moves
    B Dua Lipa – Don't Start Now
    C Anne-Marie – Birthday
    D Lewis Capaldi - Someone You Loved

    Free, no signup required:

    Add to Chrome

    Get instant explanation for any lyrics that hits you anywhere on the web!

    Free, no signup required:

    Add to Firefox

    Get instant explanation for any acronym or abbreviation that hits you anywhere on the web!

    Azad Penaber tracks

    On Radio Right Now

    Loading...

    Powered by OnRad.io


    Think you know music? Test your MusicIQ here!